Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ bi daxuyaniyek nivîskî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo tunekirina civaka Êzidî êrişî Şengalê dike.
Her wiha PADÊ bêdengiya dewleta Iraqê û hêzên navneteweyî jî şermezar kir.
Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li ser êrişa hewayî ya artêşa Tirk a li ser Şengalê, ku di encamê de 4 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.
PADÊ di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi desteka kurdên xayîn êrîşî şengalê dike.
Di daxuyaniya PADÊ de îdîaya dewleta Tirk ku dibêje “PKK li herêmê heye” bi bîr xist û destnîşan kir, ku cîhan hemû dizane ev yek derew e, armanca dewleta tirk tinekirina civaka Êzidî ye.
PADÊ: YBŞ hêzeke fermî ya Iraqê ye, çênabe Iraq bêdeng bimîne
PADÊ di daxuyaniya xwe de bêdengiya dewleta Iraqê û hêzên navneteweyî jî şermezar kir û diyar kir ku,
YBŞ, hêza fermî ya parastina Êzidiyan e û ev ji aliyê dewleta Iraqê ve bi awayekî fermî hatiye pejirandin, ji ber vê yekê divê hikumeta Iraqê li dijî êrîşên li ser YBŞ’ê xwedî helwest be.
PADÊ: Divê keç û xortên Êzidxanê bi xurtkirina YBŞ’ê ve bersiv bidin êrişan
Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bang li hemû keç û xortên gelê Kurd taybet yên civaka Êzidî kir û got:
Divê her kes di vê pêvajoya hesas de bi erkê xwer yê parastinê rabe û li şehîdên fermana 73’emîn xwedî derkevin.”