Rêveberiya Xweser derxistina pez ji derveyî herêmên rêveberiyê, qedexe kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî derxistina pez ji derveyê herêmên rêveberiyê qedexe kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyên hejmara 2 û 3 derxist, di biryarê de derxistina pez ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe kir.

Rêveberiya Xweser di biryarnameya hejmara 2 de diyar kir ku piştî şopandina tevegera bazarê û bilindbûna mezin a nirxên dolar li beramberî lîreyên Sûrî, diyardeya derxistina pez ji herêmên derveyê Rêveberiya Xweser zêde bûye.

Li ser vê yekê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûrî ev biryar standin:

*Qedexe ye pez ji herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin derxistin.

Rêveberiya Xweser di biryarnameya (3) de jî ragihand ku ji ber zêdebûna bûyerên derxistina sewlan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bandorekê li berhemên sewaldariyê dike, ev biryar hatin standin.

Biryara 3’yemîn wiha ye:

*Qaçaxçî wê werin girtin û tevlî kelûpelên radestî rêveberiya herî nêzîk a gumrikê were kirin da ku wan li gorî madeya 65 a qanûna gumirkê sewqî dadê werin kirin.

*Pez û wesayîta veguhestina wan yên di sûcê qaçaxçitiyê de ji bo berjewendiya giştî têne bikar anîn, têne desteserkirin.

Leave a Reply

Back to top button