Partiyên Siyasî yên Efrîn û Şehbayê piştgiriya Mexmûriyan kir

Li dijî dorpêçkirina Wargeha Mexûmrê ji aliyê artêşa Iraqê ve, Li herêmê bertek zêde dibin.. Partiyên siyasî yên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê piştgiriya Mexmûriyan kirin û bang li Iraqê kirin ku dorpçê bi dawî bikin. Rûspiyên Minbicê jî bang li aliyên Peywendîdar kirin ku dorpêça li ser Mexmûrê bi dawî bikin.

Koordînasyona partiyên siyasî yên kantona Efrîn û Şehbayê li ser dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin: “Di destpêka salên 90’î de, bi hezaran kurd ji ber kiryarên Tirkiyê ji malên xwe yên li Bakurê Kurdistanê koçberbûn û li Mexmûrê bi cih bûn.

Gelek caran penaberên Mexmûrê ji aliyê Tirkiyê ve hatin bombebaran kirin û PDK’ê jî li dijî kampê dorpêç ferz kir.

Niha jî arêtşa Iraqê dixwaze Wargeha Rustem Cûdî têl bike.

Partiyan bang li konseya ewlehiyê ya NY’ê û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li hikumeta Iraqê bikin, da ku dorpêçê bi dawî bike

Şehba-Li dijî dorpêçkirina Mexmûrê tevgera çand û hunerê daxuyanî da

Tevgera Çand û Hunerê ya Şehbayê jî bi heman armacê daxuyanî da û piştgirya xwe ji Mexmûriyan nîşand da.

Ruspiyên Minbicê banga bidawîkirina dorpêça li ser Mexmûrê kir

Şêx û rûspiyên eşîran yên Minbic û gundewarê wê têkildarî heman mijarê li pêşiya Meclisa Rûspiyan a li bajarê Minbicê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de kiriyarên dermirovî yên arêtşa Iraqê li dijî xelkê Mexmûrê hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku ev dorpêç pêkanîna siyaseta aliyên derve ye.

Rûspiyan bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên mirovî, hiqûqî û NY’ê kirin ku dorpêça li ser niştecihên kampê bi dawî bike.

Şêniyên herêmê piştgiriya berxwdana Mexmûrê kirin

Back to top button