Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê û êrîşên dawîn ên li dijî jinan, Aktivîstên TJA û Meclisa jinan a HDP’ê li Amed û Wanê kom bûn û xwestin meşekê lidarbixin.Meşa jinan ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, jinan jî bi dirûşmeyên “Bijî piştevaniya jinan”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn”, dorpêça polîsan şermezar kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo şermezarkirina vekişîna ji peyman Stenbolê û êrîşên li dijî jinan, biryar da ku 10’ê Nîsanê meşên girseyî li darbixin.
Bi vê yekê ji serê sibehê de jinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di nava tevgerê de ne û amadekariyên lidarxistina meşan dikin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Remziya Tosûn, Dersim Dag, û gelek jinên ji bo tevlî meşê bibin li Dûryana Dunya a navçeya Peyas a Amedê kom bûn.
Jinên ku ji bo meşê kombûn rastî dorpêç û astengiyên polîsan hatin.
Jinên di dorpêça polîsan de, bê navber dirûşmeyên “Bijî piştevaniya jinan”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û “Jin jiyan azadî” berz kirin û dorpêça polîsan şermezar kirin.
Meşa jinan a li wanê ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin
Aktîvîstên TJA’yê û Meclisa Jinan a HDP’ê ya Wanê jî bi heman armancê xwestin li Kolana Hunerê meşek li dar bixin.
Lê ji serê sibehê de polîsan kolana Hunerê dorpêçkirin û meşa jinan astengkir.
Polîsan qedexeya walitiyê wekî hincet nîşanda.
Li hemberî astengiyan parlamenterên HDP’ê ya Wanê, Aktîvîstên TJA’yê û Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê li kolanê rawestiyan û daxuyaniyek dan.
Jinan di daxuyaniyê de vekişîna ji peymana Stenbolê û êrîşên li dijî jinan şermezar kirin û banga bilindkirin têkoşînê kirin.