Bertek ji aliyên şêxên eşîrên Ereb de jî li hember sîxurên Tirkiyê derketin.
Şêxên eşîrên Reqayê spasiya QSD’ê kirin li ser operasyona ‘Sondê’ û piştgirî dan operayonê.
Şêxan xwestin ku li van sîxuran cezayê herî giran bê birîn û banga dewamkirina operasyonê li QSD’ê kir.
Ji dema ku li dijî sîxurên MIT’a Tirk Operasona Sondê hatiye destpêkirin, gel hêrs û kêfxweşiya xwe tîne ziman.
Ji ber ku van sîxuran gelek sûc kirine û bûne sedema şehadet û wendabûna zarok û xizmên wan.
Rûspî û şêxeşîrên ereb jî vê operasyonê bi dilxweşî silav dikin.
Şêxê eşîra El-Elî, Remadan El-Rehal QSD spas kir li ser operayonê kir û wiha anî ziman:
”Ev demek e balafirên bêmirov ên Tirkiyê xelkê herêmê dike armanc.
Destpêkirina vê operasyonê gaveke erenî û baş bû.
Remadan El-Rehal ji wan xwefiroş û sîxurên Tirkiyê re jî ev got:
We gelê xwe û saziyên wê ji bo pereyan firotin.
We çi sûd ji vî tiştî kir?
Ma ev zarokên bûn hedef, gunehê wan çi bû?”
El-Rehal piştrast kir ku rûspiyên eşîrên Reqa piştgiriyê didin operasyonê û banga dewamkirina operasyonê li QSD’ê kir.
Her wiha xwest ku cezayê herî giran li van sîxuran were birîn.
Mihemed El-Sûan: Divê ev operasyon dewam bike
Şêxê eşîra El-Sebxa, Mihemed Tirkî El-Sûan jî, têkoşîna şervanên QSD’ê ya li dijî sîxuran silav kir.
Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk di êrişan xwe de her kesî dike armanc û got:
“Dewleta Tirk ne tenê fermandaran dike armanc.
Zarok û jin jî li herêmê dibin hedefa bombebaran balafiran.
Ew hemû hemû Sûriyan dike armanc, ne tenê xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Dawiyê Şêx Mihemed El-Sûan bang li QSD’ê kir ku vê operasyonê heta girtina hemû sîxrên li herêmê dewam bikin.