Endamê Parlementoya Iraqê: Divê dewleta Tirk hêzên xwe ji nav axa Iraqê derxîne

Endamê Komîsyona Parastin û Ewlehiyê ya Parlementoya Iraqê Cewad Polanî, êrişên dewleta Tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistan û Iraqê şermezar kir.

Cewad Polanî diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a li nav axa Iraqê gihiştiye qonaxek mezin û metirsîdar û wiha dewam kir:

“Pêwîstî bi destwerdaneke bi lez heye, divê dewleta Tirk hêzên xwe ji nav axa Iraqê derxîne.”

Cewad Polanî destnîşan kir ku komîsyona wan têkildarî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk lêkolîn dike, raporekê amade dike da ku radestî serokwezîr û parlementoya Iraqê bikin.

Endamê Komîsyona Parastin û Ewlehiyê ya Parlementoya Iraqê Cewad Polanî di dawiya axaftina xwe de got:

“Divê dewleta Tirk rêzê ji serweriya Iraqê re bigire û hêzên xwe ji nav axa Iraqê bikişîne.”

“Divê oldarên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyê bêdeng nemînin”

Back to top button