Serokê Arjantînê Javier Milei sonda xwe da û dest bi erka xwe kir

Serokê Arjantînê Javier Milei piştî serketinê sonda xwe da û dest bi erka xwe kir.
Milei ji girseya bi hezaran alîgirên xwe re axivî û got: “Em dizanin ku di demeke kurt de wê rewş xerabtir bibe.
Lê em ê bi hewildan û keda xwe rewşê baştir bikin.”

Serokê Arjantînê Javier Milei ku di hilbijartina serokomariyê ya herî dawî de bi ser ket, sonda xwe da û dest bi erka xwe kir.

Milei di axaftina xwe ya destpêkê de diyar kir “ji ber ku pere tune” di demeke kin de rewşa aboriye welat xirabtir dibe.

Wî ev gotina xwe ji girseya bi hezaran alîgirên xwe re got.

Milei: Rewşê xirab bibe, lê em ê bi keda xwe baş bikin

Milei her wiha diyar kir ku bernameyeke hişk a teserûfê wê ji neçarî be û ev tişt anî ziman:

“Ji ber ku pere tune ye alternatîfek vê ya cûda nîne.

Em dizanin ku di demeke kurt de wê rewş xerabtir bibe.

Lê em ê bi hewildan û keda xwe rewşê baştir bikin.”

Milei ku di temenê 53’ê salî de ye bi nîqaşên xwe yên giran yên li ser Televîzyonê tê nasînê û bandoreke giran li siyaseta Arjantînê kiriye.

Milei, ku di sala 2021’an de wekî parlamenter hate hilbijartin, ji blokên çep û rastgir ên ku ev 20 salên dawîn bi li desthilatdariyê ne dûr ket û partiya xwe ava kir.

Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê yên ku di 19’ê mijdarê da hat lidarxistin de Milei li hemberî Wezîrê Aboriyê Sergio Massa ji sedî 55,6’ê dengan girt û bi serket.

Piştî serketinê wî diyar kir ku ew ê di demek nêzîk de rewşa siyaset û aboriya welat baştir bike.

Lê ji ber rewşa nebaş a aboriya welat xuyaye ku wê Milei di gavên xwe yên destpêkê de gelek zehmetiya bibîne.

Li Arjantînê hilbijartin: Namzetê rastgiran dengê herî zêde girt

Back to top button