(WHO): Di 2018’an de 140 hezar kes ji ber êşa sorikê jiyana xwe ji dest da

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku di sala 2018’an de li tevahiya cîhanê 140 hezar kes ji ber êşa sorikê jiyana xwe ji dest daye ku piraniya wan zarok in.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî diyar kir ku di sala 2018’an de nêzî 10 milyon mirov bi sorikê ketin û Li tevahiya cîhanê 140 hezar mirov ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da ne.

Rêxistina Tenduristiyê ragihand ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan zarokin û temenê wan kêmî 5 saliyê ne ku derziya sorikê li wan nehatibû xistin.

Rêveberê Giştî yê Rêxistinê Tedros Adhanom Ghebreysûs mirina zarokan ji ber nexweşiyeke ku bi derzîkirinê tê dermankirin weke rewşek sosret bi nav kir.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rewşa sala 2019’an hîn girantir e.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ragihand ku li gorî daneyên meha Mijdarê nexweşiyên sorikê li gorî dema par bi sê qatî zêde bûye.

Leave a Reply

Back to top button