Êrîşek li ser baregeha Beled a Emerîkî ya li Bexdayê pêk hat.
Di vê hefteyê de, ev cara duyemîn e ku heman baregeh êrîş li ser tê kirin.
Piştî xwepêşandanên li Iraqê û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûrî, DAIŞ’ê êrîşên xwe li dijî baregehên leşkerî yên Emerîkî, artêşa Iraqî û pêşmergeyan zêde kiriye.
Li gorî ragihandina leşkerî ya Iraqê, duh bi şev êrîşek li dijî baregeha leşkerî ya Emerîkî ya di nava Balafirxaneya Beled a leşkerî de, pêk hat.
Li gorî heman çavkaniyan, di êrîşê de ti ziyan li kesî nebûye.
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha jî li heman cihî êrîşek pêk hatibû.