Elî Memlûk bang li şêxên eşîrên Ereb kir da zarokên xwe ji nava QSD’ê vekişînin

Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî Elî Memlûk bang li şêxên eşîrên herêma Cizîrê kir ku zarokên xwe ji nava QSD’ê vekişînin.

Duh şêwirmendê Ewlekariya Nîştimanî ya Sûriyê Lîwa Elî Memlûk ji Şamê bi rêya balafireke sivîl gihaşt balafirgeha bajarê Qamişlo.

Çavkaniyên pêbawer diyar kir ku Elî Memlûk li hola taybet a balafirgeha Qamişlo bi Komîteya Ewlekariyê ya Parêzgeha Hesekê û hejmareke şêxên eşîrên Ereb re civiya.

Çavkaniyan diyar kir ku Memlûk bang li şêxên eşîran kir ku zarokên xwe ji nava QSD’ê vekişînin.

Ev civîn piştî banga rejîmê ku QSD’ê tevlî artêşa rejîma Sûriyê bibe, hat lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button