Mistefa Êto: Divê li dijî tecrîdê herkes bi erka xwe rabe

Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Êto li dijî tecrîdê nerazîbûna xwe anî ziman û got ku di serî de gelê Kurd divê tevahî gelên azadîxwaz li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest.

Mistefa Êto destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo li dijî rêgezên exlaqî û hiqûqî ne û got:

“Dixwazin bi tecrîdê re Rêber Apo û gel ji hev qut bikin.

Divê bê zanîn ku çi dibe bila bibe ramanên Rêber Apo bi civakî bûye.

Desthilatdariya Tirkiyê dizane ger hevdîtin pêk bê, wê dawiya desthilatdariya wan bê.

Ji vê yekê ditirsin. Ji ber vê yekê her ku diçe tecrîdê girantir dikin.”

Êto da xuyakirin ku însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û jiyanê çareser bike û wiha got:

“Bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistina CPT’yê li dijî hiqûqê ye, ev bêdengiya wan erêkirina tecrîdê ye.

Tecrîda li dijî Rêber Apo tecrîda li dijî civaka azad û civaka demokratîk e.

Divê êdî edalet pêk bê û rewşa Rêber Apo zelal be.”

Dayikên şehîdan: Wê tecrîd negîhîje armancên xwe

Back to top button