Rêveberiya Xweser a herêma Firatê êrişa Eyn Îsa şermezar kir

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê derbarê êrişa li ser Eyn Îsa daxwiyaniyek da.
Rêvberiyê eşkere kir ku dewleta Tirk siyaseta dijminatiyê dimeşîne û pêwîste cîhan ji bêdengiya xwe derkeve.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker a li dijî sivîlan da û got:

“Dewlet Tirk siyaseta dimjminatiyê li dijî gelê herêmê didomîne.

Bi van êrişên xwe hemû qanûnên mafên mirovan binpê dike.”

Rêveberiyê eşekre kir ku ev kirin hemû bi tu awayî nayên qebûlkirin.

Rêveberiyê bang li hêzên garantor kir ku li dijî van êrişan bi erka xwe ya mirovî û exlawî rabin.

Dagirkeriya Tirkiyê 8’ê Tebaxê li gundê şirkê yê Eyn Îsa malbatek kir armanc di encamê de heman malbatê 2 jê zarok 3 welatî şehîd bûn 3 jî birîndar bûn.

Back to top button