Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê didomin.
Gundê Til El-Leben ê rojavayê Til Temir hate topbaran kirin.
Balafireke dewleta Tirk devereke hêzên hikumeta Şamê a li Minbicê bombebaran kir.
Di encamê de 2 leşker birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Til El Leben ê rojavayê navçeya Til Temirê ya Hesekê topbaran kir.
Lê derbarê encamên êriş û topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.
Minbic-Balafireke dewleta Tirk êrişî xaleke hêzên hikumeta Şamê kir
Şevê din balafirek bêmiov ya dewleta Tirk a dagirker deverek hêzên hikumeta Şamê a li gundê Boxiz ê rojavayê Minbicê bombebaran kir.
Di êrişê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî a Minbicê êriş piştrast kir û ragihand ku di êrişê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.