Balafirên Rûsyayê Idlib bombebaran kirin

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê de li Idlibê 4 kes hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.
Balafirgeha Naveneteweyî ya Helebê vegeriya û ket xizmetê.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê derdora bajarokê Bara yê li herêma çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê bombebaran kir.

Hat ragihandin, hêzên hikumeta Şamê jî bi çekên giran derdora bajarokê Fitêra û derdora herêmên Idlibê ya başûr topbaran kirin.

Di topbarana Idlibê de 4 kes hatin kuştin

Hat diyar kirin di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê de li Idlibê 4 kes hatin kuştin û hinek jî bi giranî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Balafirgeha Helebê careke din kete xizmetê

Duh artêşa Israîlê di nava êrişên xwe balafirgeha Navneteweyî ya Helebê bombebaran kir.

Di encama wê de, balafirgeh ji xizmetê derket.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku piştî 24 seatan ji xebatên sererastkirinê balafirgeh careke din kete xizmetê.

Back to top button