TEV-DEM: PDK’ê bi vê êrişa xwe şerê xiyanetê ragihand

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo vê êrişa PDK’ê daxuyaniyek da û êriş weke sûcekî dîrokî bi nav kir. TEV-DEM’ê bang li raya giştî ya Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên PDK’ê rabin. 

Tevgera Civaka Demokratîk ji bo êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û ev tişt anî ziman:

“Wekî ku dihat texmînkirin, PDK’ê li kêleka artêşa Tirk êrişî gerîlayan kir.

PDK bi awayekî eşkere û rasterast destekê dide artêşa Tirk a dagirker.

Torên ajanan bi rêxistin dike da ku derbasbûna sewqiyatên leşkerî yên artêşê hêsan bike.

Û alîkarî û kanalên peywendiyê di navbera komên gerîlayan de qut bike.”

Li ser êrişa PDK’ê ya doh li dijî gerîlayan jî TEV-DEM’ê got:

”Demeke PDK’ê li herêmên Parastina Medya tev digere.

Herî dawî jî bi artêşa Tirk re li Xelîfanê kemînek ji gerîla re danî.

Di encama êrişa wan de jî jimarek ji wan gerîlayan şehîd bûn.

PDK’ê bi vê êrişê şerê xiyanetê li dijî berxwedana gerîla û li dijî îradeya Kurdan ragihand.

TEV-DEM: Êrişa PDK’ê ya li dijî Gerîla sûcekî dîrokî ye

Li ser xeteriya xiyaneta PDK’ê jî TEV-DEM’ê ev hişyarî da.

PDK’ê bi vê êrişa xwe sûcên dîrokî pêk tîne.

Ev sûc li ser tevahî hêzên siyasî û nîştimanî yên li Kurdistanê xetere.

Êriş destkeftiyên ku bi fedakariyên dîrokî yên mezin hatine bidestxistin, dixe xeteriyê.

Divê gel û hemû hêzên siyasî û neteweyî ji siyaset û planên PDK’ê hişyar bin.

TEV-DEM: Divê gel li hemberî siyaseta PDK’ê rabe

Dawiyê, TEV-DEM’ê bang li gelê Kurd yê li Başûr û Rojava kir ku li hember siyasetên PDK’ê rabin.

Û piştgiriyê bidin berxwedana rûmetê ya gerîlayên leheng û li derdora wan kom bibin.

Li Xelîfanê balafirek bê mirov êrişî komeke Gerîla kir

Back to top button