Malbatên Şehîdan a Firatê tev li pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo bû

Piştigiriya ji bo pêngava navnetewî ya ji bo azadiya Rêber Apo roj bi roj mezin dibe.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, şêniyên Minbicê û navçeya Sirînê tevlî pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo bûn.
Meclisa Kongra Star ya Şamê jî bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngavê.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê bi çalakiyan piştgiriya pêngava navnetewî ya ji bo azadiya Rêber Apo tê kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan derbarê mijarê de daxuyanî da û banga mezinkirina piştigiryê ya bi pêngavê re kir.

Meclisê diyar kir ji bo azadiya Rêber Apo ewê bê navber têkoşîna xwe bidomînin.

Şêniyên sirînê tev li pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo bûn

Şêniyên navçeya Sirînê jî bi meşekê piştgirî dan pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo.

Meş ji destpêka navçeya Sirînê hat destpêkirin, heta şaredariyê dewamkir.

Hevserokê Şaredariyê Mehmûd Şêxo li vê derê axivî û diyar kir heta azadiya Rêber Apo pêk bê ewê têkoşînê bidomînin..

Şêniyên Minbicê: Ji bo Rêber apo em ê çalakiyan dewam bikin

Li aliyê din Meclisa Sivîl a Minbicê bi beşdariya endamên rêxistinên civakî û partiyên siyasî bi daxuyaniyekê piştgirî dan pêngavê.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistina mafên mirovan û CPT′yê hate kirin ku bi erka xwe rabin û ji bo azadiya Rêber Apo bikevin nava tevgerê.

Kongra Star a Şamê piştgirî da pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo

Her wiha Meclisa Kongira Star ya Zorava a Şamê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ragihand.

Endama Kongra Star Xezal Omer got armanca tecrîdê ew e ku gel û Rêber Apo ji dûr bixin.

Kongra Star bang li rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî kir ku ji bo azadiya Rêber Apo bi erka xwe rabin.

Back to top button