MIKE POMPEO: EM Ê ZEXTÊN XWE LI SER ÎRANÊ ZÊDETIR BIKIN

Amerîka bi israr e ku zextên xwe li ser Îranê berdewam bike. Piştî naskirina Feyleqa Pasdarên Îranî ji aliyê Amerîkayê ve weke rêxistineke terorîst. Bersiv ji rejîma Îranê hat ku ew jî ji aliyê xwe ve hêzên Amerîkî dixin heman lîsteyê. Hizbellaha Libnanî jî der barê heman mijarê de bertek nîşan da.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo ragihand ku wê serokê DYE Donald Trump fişara xwe li ser Îranê zêdetir bike.

Pompeo ji Kongresê re axivî û got:

Ti tişt der barê efûkirina hinek dewletên ku nefta xav an jî bernameya nuklerî ji Îranê dikirin de nîne.

Pompeo teqez kir ku ew dixwazin cîhan tev de rehet bikin ji ber ku Trump wê fişarê li ser Îarnê bike heta ew reftarê xwe biguherîne.

EM JI BERSIVDAYÎNA WAŞINTONÊ RE HAZIR IN

Ji bilî van zextan herî dawî jî Amerîka Feyleqa Pasdarên Şoreşger a Îranî xistine lîsteya rêxistinên terorîst.

Îran jî Amerîka xist heman lîsteyê.

Têkildarî vê yekê jî nûnerê giştî yê partiya Hizbellaha Libnanî Hesen Nesrellah bertek nîşan da û got:

Amerîka dewletekê ji bo Îsraîlê biçûk dixe û pasdarên ku welatên xwe diparêzin dike lîsteya terorê…..Ev çi bêrûmetî ye.

Nesrellah diyar kir ku ev biryar tenê weke berteka têkçûyîna Amerîkayê ye.

Hizbelah hişyarî da Amerîka û got:

Ji mafê me ye ku em li hember her gefekê bisekinin…. eger pêwîst be, em ji bersivdayîna Waşintonê re hazir in.

 

Leave a Reply

Back to top button