Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed îro li Silêmaniyê derbarê rewşa li kurdistanê û êrişên li ser Kurdan û herêmê semîner da..
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku pêşketinên giring û kirîzên mezin hene û got:
“Sedemên van krîzan sîstema heyî ya hêzên serwer in.
Di warên çandî, aborî û civakî de zirar jê çêdibe.
Welatên ditirsin, şerê xwe li derve dikin, dewleta Tirk vê li Sûriyê, Iraq, Ermenistan û Lîbyayê, bi hinceta ewlekariyê dike..
Îran jî vê dike.”
Îlham Ehmed bal kişand ser helwestên aliyên Kurd di rewşa heyî de jî û ev yek anî ziman:
“Helwesta me ya li hember qirkirinê divê yek be. Êrîş li ser Kurdan tevan e. Kurdê baş, xirab nîn e, Kurd hemû ji xwe re kirine armanc.
Divê sîwaneke Kurdan a leşkerî û siyasî hebe.”