Lîreyê Tirk pêşberî dolar û euro her diçe dihele

Ji ber metirsiyên ku wê Ewropa cezayan li ser tirkiyê ferz bike, lireyê Tirk li pêşberî dolar û Euro daket asta xwe ya herî jêr.

Lîreyê Tirk bi lez nirxê xwe winda dike.

Di saetên sibê de dolarê Amrîkî ku bi 7.54 despê kir, di nava rojê de asta xwe ya herî bênirxbûnê dît û gihişt 7.56’an.

Ne tenê dolar, li pêşberî euro jî lîreyê tirk nirxê xwe yê herî kêm dît.

Euro ku bi 8.96 dest bi rojê kir heta 8.97 bilind bû.

Ji ber polîtîkayên derqanûnî yên dewleta tirk li Derya Spî û nakokiyên bi welatên cîran re, lîreyê tirk roj bi roj nirxê xwe winda dike.

Bi taybet piştî helwesta YE ya li dijî tirkiyê, tê xuyakirin ku wê lîreyê Tirk hê jî nirxê xwe winda bike.

Civaka tirkiyê jî ji ber van polîtîkayên AKP’ê roj bi roj ziyanê dibîne.

Back to top button