Amerîka..Di êrîşa li eyaleta Colorado de 10 kes hatin kuştin

Li dijî marketekê li bajarê Boulder yê eyaleta Colorado ya DYA êrîşeke biçek pêk hat.
Yek jê şefê polîsan 10 kes hatin kuştin.

Li bajarê Boulder a swîlayeta Colorado ya Emerîkayê li ser supermarketekê êrişeke çekdarî pêk hat.

Polîsên ku çûn cihê bûyerê jî bûn hedefa êrişkar.

Di encama gulebaranê de yek jê polîs 10 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya polîsan êrişkar bi birîndarî hate binçavkirin û di derbarê bûyerê de lêpirsînê destpê kir.

Têkildarî nasnameya êrişkar hîn tu agahî nehatine parvekirin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku Serokê DYA’yê Joe Biden ji bûyerê hatiye agahdarkirin.

Bi vê êrîşê re di nava salê de ve bû cara 7. komkujî pêk tê.

Hefteya derbasbûyî li Atlanta jî li 3 cihên cuda êrîş pêk anîbû, 6 kesên ji Asya bi giştî 8 kes hatibûn kuştin.

Piştî êrîşê polîsan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Back to top button