Hamas: Tikriyê gelek endamên me dersînor kirin

Piştî Ixwan El Muslimîn, niha Hamas jî ji ber pêwendiyên xwe yên sexte li gel Tirkiyê, berdêlan dide.
Rayedarên Hamasê eşkere kirin ku Tirkiyê gelek endamên wan dersînor kirine.
Ev yek weke encama lihevkirina Erdogan û hikumeta Israîlê tê binavkirin.

Şefê rêjîma Tirk Erdogan ji roja bûye desthilatdar, tenê di berdêla berjewendiyên xwe de pêwendiyan pêş dixe.

Piraniya caran jî aliyên ku wan weke dostê xwe binav dike , dikare bi hêsan wan bike qurban.

Wek mînak,
Piştî nakokiyên wî li gel hukûmeta Misrê zêde bûn, deriyê xwe ji bo rêxistina Îxwanî Muslimîn re vekir.

Li nava Tirkiyê ji her alî ve derfet ji bo wan peya kir.

Lê çawa ku careke din pêwendî li gel rêveberiya Misir pêş xist, yekser berpirs û endamên Îxwanî Muslimî kir qurban.

Û niha heman siyasetê li hemberî Tevgera Hamasê jî di dewrê de ye.
Lewma Erdogan ku xwe weke yekane xwediyê Filîstînê didît.

Erdogan ku di her fersendê de Îsraîl weke dewleta kujer binav dikir, careke din niyeta xwe a rast raxist ber çavan

Ji xwe piştî danûstandinên di navbera Enqere û Tel Ebîbê, eşkere bû ku wê Erdogan di berdêla vê de Hamasê bike qurban.

Rayedarên payabilind ên Hamasê diyar kirin ku Tirkiyê hejmareke zêde ji berpirs û endamên wan dersînor kirine..

Her wiha êdî destûrê nade ku rêveberên wan bikevin nava axa Tirkiyê..

Dezgehên ragihandinê yê Erebê vê encamên wiha dinirxînin:

Hamas dibe qurbanê pêwendiyên xwe ên sexte li gel Tirkiyê.

Rojnameyên Erebî di manşetên xwe de radighînin ku beriya serdana wezîrê karê derve ê Tirkiyê ji bo Qudûsê, helwesta li hemberî Hamasê hate guhertin.

Ev jî weke dewama siyaseta xapandinê ya Erdogan û hukûmeta wî hate binavkirin.

Back to top button