Emîne Umer: Ev planeke metirsîdar e û armanc ferehkirina dagirkeriyê ye

“Bicihkirina penaberên Sûrî li derveyî herêmên wan, planeke xeter e û çareseriya aloziya Sûriyê jî asteng dike.” Wiha hevseroka MSD’ê Emîne Umer plana dawî ya dewleta Tirk nirxand.
Her wiha got jî:
“Bêdengiya civata navneteweyî dihêle dewleta Tirk van sûcên xwe bidomîne.”

Plana Tirkiyeya dagirker a bicihkirina penaberên Sûrî li derveyî herêmên wan, bûye cihê nerazîbûnan.

Taybet ku şêniyên resen ên van herêman çend sal in koçber in, di kampan de ne û daxwaza vegera li warê xwe dikin.

Emîne Umer Hevseroka MSD’ê ev mijar û armancên wê ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxand.

Destpêka nirxandina xwe Emîne Umer ev got:

“Projeya bicihkirinê ya ji aliyê Tirkiyê ve tê amadekirin, pojeyeke metirsîdar e.”

Li ser armancên wê jî, Emîne Umer ev anî ziman:

Dewleta Tirk dixwaze serweriya xwe ferz bike, li herêmê dagirkirina xwe berfereh bike û taybet herêmên Kurdî ji şêniyên wê vala bike û ev yek wê çareseriya siyasî ya Sûriyê asteng bike.

Her wiha destnîşan jî kir ku bi van planan dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike

Emîne Umer: Hêzên heremî û derve bi bêdengiya xwe planê erê dikin

Li hember vê polîtîçkaya qirkirinê Emîne Umer bêdengiya hêzên navdewletî û herêmî rexne kir û ev got:

“Bêdengiya civaka navneteweyî û herêmî tê wê wateyê ku wan rê daye dewleta Tirk ku sûc, binpêkirin û komkujiyan der heqê şêniyên herêmê de, bidomîne.”

Dawiya nirxandina xwe, Hevseroka MSD’ê bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bike û derfetê nede dewleta Tirk ku projeyên wê yên mêtîngeriyê li Sûriyê, pêk bîne.

Back to top button