Rûspiyên Herêmê: Tirkiye dixwaze aramiya li herêmê têk bibe

Rûspiyê eşîra Şemer a Ereb Ehmed El Şitî piştrast dike armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê têkbirina aramiyê ye.

Rûspiyê eşîra Şemer a Ereb Ehmed El-Şitî derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê axivî.

Ehmed El-Şitî êrişên Tirkiye şermezar kir û hilweşandina hevgirtina gelan weke armanca êrişan nîşan da.

Rûspiyê ji malbata Gulo ya welatparêz Rûspî Ehmed Gulo jî êrişên Tirkiye yên li dijî gerîla red kir.

Ehmed Gulo balkişand ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiye re û xwest hevkariya wê di van êrişan de bi dawî bibe.

Em êrişên dewleta Tirk ên dagirkirinê li dijî herêmên me û li dijî Şengalê şermezar dikin.

Armanca van êrişan têkbirina aramiya li herêmê û hilweşandina hevgirtina gelan e.

Ya ji me tê xwestin ew e ku em li dijî hemû êrişên dagirkeriyê yek bin.

Back to top button