ANF: Gerîlla helîkoptera Skorksky li qada Kûnîşka anî xwarê..Agahiyên dawî çiye?

Ji 17’ê Nîsanê ve artêşa Tirk hewl dide herêmên Zap û Avaşînê dagir bike.
Lê gerîllayên Kurdistanê rê nadin vê yekê.
Li Zap’ê helîkoptereke Skorsky dema hewl dida leşkeran deyne, ji aliyê gerîlla ve hat xistin.

Ahgahiyên ku ji Herêmên Parastinê yê Medyayê têne parvekirin nîşan didin bê şerê li Zap û Avaşînê çendîn dijwar e.

Nêzî mehekê ye tevî bikaranîn ewqas çekên giran jî gerîlla rê nadin ku artêşa Tirk bighêje armancê xwe.

Şevê din li Qada Şehîd Şahîn a girêdayî Zapê, artêşa Tirk hewl da leşkerên xwe deyne.

Lê gerîlla di cih de bersiv da.

Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku di encama bersivdayînê de helîkoptereke Skorksy hat xistin.

Li gorî agahiyên ku ajansê parve kirine, helîkopter li qada Kûnîşka kete xwarê.

Tê payên ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê raya giştî agahdar bike.

Back to top button