Ji bo ewlekariya li herêmê Qonaxa 3. a Oparasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ di roja 5. de li Kampa Holê didome.
Rêveberê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê Siyamend Elî got;
Çeteyên DAIŞ’ê xwe amade dikir ku êrişî sazî û navendên li herêmê bikin.
Siyamend Elî diyarkir ku wan piştî agahiyên îstixbaretê dest bi oparasyonê kir û wiha got:
“Li gorî agahiyên li ber destê me, amadekerî hebûn ku êrişî navend, saziyên herêmê û hin malbatên niştecihên kampê bihata kirin.”
YPG: 4 rojên derbasbûyî metirsiya li nava kampê careke din xuya kir
Hêzên Asayîş û QSD’ê di nava 4 rojên derbasbûyî de, bi dehan çete û gelek çek li nava kampê girtin û desteser kirin.
Siyamend Elî destnîşan kir ku bîlançoya oparasyonê ya 4 rojên despêkê nîşan dide ku amadekariyên çeteyan yên ji bo êrişê di çi astê de bû.
Rêveberê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê dazanîn ji bo jinûve xwe rêxistinkirinê, çeteyan mijûlbûna QSD`ê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re weke fersend bikar anî.