Dewleta Tirk navê HEDEP’ê qebûl nekir

Dadgeha Bilind dewleta tirk a dagirker careke din dijminatiya xwe ya li dijî partiyên kurdî nîşan da.
Dadgeha Tirkiyê navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) qebûl nekir.

Dadgeha Bilind biryara Partiya Çepên Kesk a ji bo guhertina navê xwe ya weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) qebûl nekir.

Dadgeha dewleta dagirker bi hinceta ku kurtenavê HEDEP’ê dişibe Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) navê wê qebûl nekir û îdia kir ku ev şibandin li dijî Qanûna Partiyên Siyasiyê ye.

Dadgeha Bilind di nivîsa ku ji HEDEP’ê re şandî de xwest ku kurtenavê HEDEP’ê were guhertin.

HEDEP, dê guhertina kurtenavî û îtîraza li Dadgeha Bilind nîqaş bike.

Li gorî vê yekê HEDEP dê biryara xwe piştî civîna bi hiqûqnasan re bide.

Ji bilî vê yekê Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan dê têkildarî mijarê sibê daxuyaniyê bide.

Back to top button