Êrîşên Hûsiyan li behra sor didome

Hûsiyên Yemenê ragihandin ku ji bo ‘parastina rewa’ li Behra Sor keştiyên şer ên Amerîka û Îngilîstanê hedef digirin.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li derdora Tengava Bab El-Mendeb li dijî keştiya şer a Amerîka’yê ya bi navê USS Gravely’ê mûşek hatin avêtin.

Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê de (CENTCOM) ku operasyonên artêşa Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn dimeşîne de hat ragihandin ku moşekek ya dijî keştiyê ya ji Yemenê ber bi Behra Sor ve hatiye avêtin, hatiye xistin.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî piştî daxuyaniyekê wiha got:

“Di çarçoveya bersivdayîna êrîşên Amerîka û Îngilîstanê yên li dijî welatê me de, hêzên deryayî yên Yemenê gelek mûşek avêtin keştiya Amerîkayê ya bi navê USS Greeley li Behra Sor.”

Husiyan li Kendava Adenê keştiyeke Amerîkî kirin armanc

Back to top button