Şêniyên Dêrikê banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo kirin

Şêniyên Dêrikê banga zelalkirina rewşa tendirûstî a Rêber Apo kirin û banga bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Welatiya bi navê Delal Osman tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û got:

“Heta niha tu agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin, li vê dawiyê jî nameyên gefxwarinê dane wî.

Em soz didin ku emê li ser fikrê Rêber Apo heta dawî bimeşin.”

Her wiha, welatiya bi navê Rizga Ebdulezîz jî bi heman mijarê axivî:

“Dewleta Tirk a dagirker nikare fikrê Rêber Abdullah Ocalan tune bike; ji ber ku fikrê wî di hundirê me de ye û em dê bi fikrê wî têkoşîna xwe bidomînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin .”

Welatiya bi navê Fatme Hacî bang li şêniyan bi taybetî li jinan kir ku têkoşîna xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin.

Welatiyê bi navê Nedîm Omer jî bang li rêxistinên mafên mirovan û CPT’ê kir ku xwedî li erkên xwe derkevin û rewşa Rêber Apo zelal bikin.

”Li dijî tecrîdê em ê heya dawî li ber xwe bidin”

Back to top button