Li Rûsyayê mîhrîcana Çanda Kurdî pêk hat

Li Moskova ya paytexta Rûsyayê Mîhrîcana Çanda Kurd hat lidarxistin.
Mîhrîcan diyariyê Pêngava 15’ê Tebaxê hat kirin.

Kurdên ku li herêmên cuda yên Rûsya dijîn, bûn mevanê Mîhrîcanê.

Gelek nûnerên otonomiyên neteweyî yên li Rûsyayê tevlî mîhrîcanê bûn.

Hevserokê Otonomîya Çandî ya Neteweyî ya Federal a Kurdên Rûsyayê Farxat Patîyev axivî.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd Li Rûsyayê Tara Qadir, Nûnerê Rêveberiya Xweser Reşad Bênav jî axivîn.

Yên axivîn, îşaret pê kir ku bi saya têkoşîna Rêber Apo Kurd ji nû vejiyane.

Gelek kom ji derên cuda yên tev li mîhrîcanê bûn.

Cil û berg û folklora herêmên cuda yên Kurdistanê dan naskirin.

Kom bi hev re ketin pêşbaziyê. Di dawiya mîhrîcanê de juriyê deng dan, xelat dan komên pêşbazî kar kir.

Hunermendên Kurd Sarê Haciyeva, Hecî Mûsa û Nesrîn jî stran gotin.

Back to top button