15’ê Tebaxê-Li Minbic semînerek hat dayîn

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê semînerek li ser Pêngava 15’ê Tebaxê da.

Semîner ji aliyê Şiyar Mihemed endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate dayîn .

Şiyar Mihemed Pêngava 15’ê Tebaxê li beşdaran pîroz kir û girîngiya vê rojê ji bo gelên bindest şîrove kir.

Mihemed got: “Rizgarkirina Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD’ê ve, bingeha xwe ji Pêngava 15’ê Tebaxê digire.”

15’ê Tebaxê-Mala Êzdiyan daxuyanî da

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê jî bi heman boneyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Pêngava 15’ê Tebaxê guhertinên nû bi xwe re anîn û rêya azadiyê nîşanî gelan da.

Her wiha balhate kişandin ser ferman û êrişên ku di meha Tebaxê de li ser civaka êzidî pêk hatine, û hate destnîşan kirin ku divê her Tebax soza şopadina xeta rizgarkerên Şengalê were dubarekirin.

Back to top button