Aloziya di navbera Qebîleya El Cebûr û Dîfa El Wetanî berdewam e

Aloziya di navbera Qebîleya El Cebûr û “Difa El Watanî” hîna berdewam e.
Qebîleya El Cebûr 24 saet da fermandarê “Difa El Watanî” yê Hesekê ku xwe radestî qebîleyê bike.

Di vê çarçoveyê de, rûspiyên qebîleyê, konek li taxa Til El Hecer a Hesekê veda.

Endam û rûspiyên qebîleyê li bin kon kom dibin.

Rûspiyekî qebîleyê Ebdulezîz Mihemed El Mislet daxuyaniyek da.

Bang li Ebdulqadir Hemo kir ku di 24 saetan de xwe radestî qebîleyê bike yan jî ji herêmê bi giştî derkeve.

El Mislet diyar kir ku heke ev pêk neyê, qebîleya El Cebûr dê seferberiya giştî li ser asta Sûriyeyê ragihîne.

Şêwermendê Qebîleyê Ekrem Mehşûş ji Ronahî Tv re got:

“Neheqiya li êla me hatiye kirin, neheqiya li tevahî şêx û rûspiyên eşîran e.”

Dîfa El Wetanî bi vê kiryarê xwest nameyekê bide tevahî şêxên eşîran,

Ku bi Rêveberiya Xweser re dan û standinê nekin.”

Ekrem Mehşûş eşkere kir ku heger daxwaza me pêk neyê em ê tekez derbasî çargoşeya elwlehiyê bibin û bi çeka xwe.

Back to top button