Li Srî Lanka..7 xwepêşandêr hatin kuştin, serokwezîr îstifa kir

Li kolanên Srî Lanka careke din dumana şewatê bilind dibe.
Li nêzî avahiya Serokwezîr Mahinda Rajapaksa ya li Colombo agir bi basanb hate xistin.
Bi dehan basên alîgirê Rajapaksa yên ji bo siharê berê xwe daban paytextê hatin şewitandin.
Di xwepêşandanên bixwîn yên pêk hatin de, 7 xwepêşandêr hatin kuştin û bêtirî 200 jî birîndar bûn.
Piştî vê serokwezîr ji erka xwe îstifa kir.

Li Srî Lankayê aloziya siyasî û aborî, dijberên hikumetê daxistin qadan.

Xwepêşandanên ku ji despêka Nîsanê ve li welat pêk tê, doh veguherîn pevçûnên dijwar.

Alîgirên hikumetê û dijberên wê cara yekem raste rast hatin pêşberî hev û pevçûnan despê kir.

Ev yek jî piştî Serokwezîr Mahinda Rajapaksa yê birayê serokê welate ji erka xwe îstifa kir pêk hat.

Çavkaniyên polîs ji Reutersê re gotin, herî kêm xaniyên du şaredaran jî hatin şewitandin.

Her çendî Rajapaksa ji bo kêmkirina aloziyê îstifa kir jî lê li welat atmosferek zêde ya metirsîdar heye.

Xwepêşandêr dixwazin serkokê welat jî ji erka xwe îstifa bike.

Piştî êrişa li Colombo êdî serokwezîr neçar ma ji erka xwe îstifa bike.

Dema ku alîgirên hikumetê êrişî kampek li Colombo kirin, pevçûnên dijwar rûdan.

Polîs ji bo belavkirina alîgirên hikumetê yên êrişî kampeke xwepêşandêran kirî belav bike, ava şid û gaza rondikrêj bikar anî.

Di êrişan de, 7 xwepêşandêr hatin kuştin û bêtirî 200 jî birîndar bûn.

Ji ber aloziya heyî li seranserî welat rewşa awerte hate ragihandin.

Serokê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa beriya hefteyekê ragihand ku ew ê birayê xwe yê bi Gota tê binavkirin û serokwezîrê welat bû ji erk bigre.

Welatê giravê yê 22 mîlyon nifûsa xwe heyî, bi aloziya qutbênên ektirîkê yên demdirêj, kêmbûna pêdiviyên bingehîn yên jiyanî re rûbirû dimînin.

Li Srî Lankayê ku bûye şahidê krîzeke aborî ya nedîtî, hikûmetê ji Fona Pereyan a Navneteweyî, Banka Cîhanê, Banka Pêşketinê ya Asyayê, Hindistan û Çînê alîkariyê xwest.

Back to top button