Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê diyar kir ku rêxistinkirin û hişyarkirina civakê erka ciwana ye.
Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Minbicê Nasir El Xalid got:
“Rola esasî a ciwanaên şoreşger perwerdekirina ciwanan da ku xizmeta wlatê xwe bikin û ala pêşerojê hildin.”
El Xalid diyar kir ku divê ciwan li hember siyaseta dewletên kapîtalîst ên bi armanca hilandina çanda gelan, xwe bi rêxistin bikin.
Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hisên Begarî jî îşaret bi rola ciwanan kir û got:
“Li tevahî herêmê rola ciwanên şoreşger belavkirina fikr û felsfeya rêber Abdullah Ocalan e.”
Begarî bal kişand ser rewşa ciwanan beriya Şoreşa 19ʹê Tîrmehê û wiha bi dawî kir:
“Li tevahî cîhanê rola gel û ciwanan ji aliyê dewletên kapîtalîst ve hatibû qelskirin û wekî amûr di destê xwe de bi kar dianîn.”