Li Kobanê mîhrîcana şehîd Stêrvan hate lidarxistin

Li Kobanê û Şedadê mihrîcanên hunerî hatin lidarxistin.
Di mihrîcanan de gelek stran hatin gotin û pêşbirk pêk hatin.

Mîhrîcan ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan li Qada Jina Azad li Kobanê hate birêxistinkirin.

Di Mîhrîcanê de endama Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temê axivî, diyar kir ku ew Mîhrîcana Şehîd Stêrvan diyarî pêngava azadî ya ji bo rêber Apo dikin û got:

“Divê her kes û di serî de jin asta têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo azadiya rêber APO bikevin nava tevgerê.

Pişt re pêşbirkên mîna ştrenc û bisiklêtan dest pê kir.

Çalakî bi stran û govendên filklorî bi dawî bû.

Li Şedadê çalakiyeke hunerî pêk hat

Li Şedadê jî ji bo vejandina floklora Erebî çalakiyek hunerî hate lidarxistin.

Çalakî li şaredariya gel a navçeyê pêk hat.

Li vir helbestvan Hesen El Feyad axivî û bal kişand ser armanca lidarxistina çalakiyê û got:

“Armanca me nîşandana çand û dîroka navçeya Şedadê ye.

Di vê çalakiyê de gelek cureyên helbest, sirûd û stranan têne pêşkêş kirin.

Her wiha endama komîteya Çand û Hunerê ya navçeyê Rîham El Hemûd jî bang li gelê herêmê kir ku li çand û kevneşopiyên xwe xwedî derkevin.

Back to top button