Di hilbijartinên li Îsraîlê de Netenyahu biser ket

Serokwezîrê berê Benjamin Netanyahu di hilbijartinên parlementoya Îsraîlê de bi ser ket.
Serokwezîr Yair Lapid ji ber serkeftina hilbijartinê Netanyahu pîroz kir.

Li Îsraîlê bi vebûna dengê di sindoqan de, serketî diyar dibin.

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi vebûna sindoqan re gav bi gav nêzî deshilatê bû.

Di hilbijartina parlemanê ku 1’ê Mijdarê li Îsraîlê pêk hat de serketina Netenyahu piştrast bû.

Serokwezîr Yair Lapid ji ber serkeftina hilbijartinê Netanyahu pîroz kir.

Tevî ku 2 roj di ser hilbijartinan re derbas bûne jî encamên dawîn nehatine ragihandin.

Li Îsraîlê serdema Netenyahu despê dike

Lêbelê, li gorî hejmartina dengan, eniya bi pêşengiya muhafezekar Netanyahu ku partiyên kevneperest, rastgir û olî dihewîne, 64 kursî bidest xistine.

Li Knessetê bi giştî 120 kursî hene.

Rastgirê tund Ben-Gvir wê çi peywirê bigire?

Piştî ku encamên fermî hatin eşkerekirin, tê çaverêkirin ku Serokomar, Netanyahu ji bo avakirina hikûmetê destnîşan bike.

Tê diyarkirin ku pêvajoya avakirina hikûmetê dibe ku bi hefteyan bidome.

Ne diyar e ku siyasetmedarê rastgir ê Îsraîlî Îtamar Ben Gvir wê di hikûmeta ku were avakirin de çi rol bigire ser xwe.

Di hikûmeta ku ji aliyê Netanyahu ve tê avakirin de, Partiya Siyonîst a Diyanetê ya Ben-Gvirê ku yek ji şirîkên wî yên muhtemel e, di hilbijartinan de rêjeya dengan zêde kir.

Ben-Gvir derbarê êrîşa bi kêrê ya li Îsraîlê de roja Pêncşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir:

“Dema rêzkirina tiştan hatiye.

Dem dema danasîna xwediyê malê ye.”

Di êrîşa navborî de gumanbarekî Filistînî li Qudsê 3 polêsên Îsraîlî bi kêrê kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku gumanbar di operasyonê de hatiye kuştin.

Ben-Gvir dixwaze wezaretiyê bigire dest, ev wezaret jî ji xebatên polîsan berpirsyar e.

Ben-Gvir di meha sibata îsal de li ber deriyê mala malbateke filistînî ya di bin gefa derxistina ji mala wan a li Qudsa Rojhilat de kon veda û rûniştvanên Îsraîlî jî beşdarî çalakiyê bûn.

Netanyahu 2009’an dest bi wezîfeyê kirî piştî 12 salan di Hezîrana 2021’an de ji deshilatê ket.

Ew naçar ma ku deshilatdarî radestî hevalbendiya Yair Lapid a bi lîberal, rastgir û partiyeke erebî bike.

Back to top button