Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi daxuyaniyek nivîskî da xuyakirin ku armanca bûyerên vê dawiyê li Dêrazorê qewimî astengkirina pêşketina Rêveberiya Xweser bû.
Meclisê helwesta eşîran a xwedîdekretina li Rêveberiya Xweser û têkbirina hewlên derxistina fitneyan jî silav kir.
Meclisa Sivîl a Dêrazorê têkildarî bûyerên ku vê dawiyê li Dêrazorê rû dan daxuyniyeke nivîskî weşand û got:
“Eşîr mîsogeriya parastina ewlehiya herêmê û destkeftiyên ku bi saya fedekarên zarokên tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxitin e.
Her wiha mîsogeriya têkbirina planên dewletên derve ne ku dixwazin welat vegerînin qada tevlihevî û nakokiyan.”
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê spasiya hemû eşîr û sembolên nîştimanî kir û wiha got:
“Em diyar dikin ku em xwedî li Rêveberiya xwe ya xweser a demokratîk derdikevin.
Em piştgiriyê didin stratejiya Rêveberiya Xweser û hewldanên wê yên jinûve vegerandina ewlehiyê li tevahî qadên sivîl, leşkerî û ewlehî.”