Xelkê Hesekê diyar kirin ku hevgirtina pêkhateyên herêmê bi QSD′ê re hêzeke mezin ava kir û gotin: “QSD nûnertiya hemû gelên herêmê dike û hembêzkirina wê erkeke neteweyî ye.”
Ji pêkhateya Kurd a li Hesekê Ferhan Dawûd li ser mijarê axivî û wiha got:
“Bûyerên li herêmê û gefên li dijî herêmên me bi hev ve girêdayî ne.
Armanc ew e ku destkeftiyên herêmê û Rêveberiya Xweser têk bibin.
Lê Yekitiya pêkhateyan xwe îsbat kir û ala serkeftinê hilda.
Îlyas Enter Îlyas: Hevgirtina pêkhateyan bi QSD′ê re plan têkbirin
Li aliyekî din jî serokê Meclisa Gel a Asûrî Îlyas Enter Îlyas jî ev nirxandin kir:
“Ji gelek aliyan ve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate armancgirtin.
Lê bi yekitiya pêkhateyan û sekna wan a li kêleka hev, plan hatin têkbirin.”
Ednan Mehmûd: QSD xelasî û ewlehî ye
Ednan Mehmûd Dawûd ê ji pêkhateya Ereb derberê QSD’ê de ev tişt anîziman:
“QSD hêza ku me diparêze û ji tevahî pêkhateyên herêmê hate damezrandin.
Ew nûnertiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Divê pêkhateyên herêmê li dora QSD′ê bicivin. Ji ber ku QSD′ê rizgarî, xelasî û ewlehiya gelê herêmê ye.”