Di dîroka Şengalê de cara yekeme ku jin Hîlêla Qûbeyekî rakirin û karê nû qûbeyekî girtin ser xwe. Jinên Êzidî qûbeya Xatûna Fexra di cimayiya îsal de nû kirin, Hîlêl rakirin û pêşwazî li gel kirin.
Di merasîmê de govend hate gerandin û bi hezaran kes ji çar aliyên Şengalê serdana Qûbê kirin.
Ji piştî fermanê heya niha kes li Qûba Xatûna Fexra kom nebûbû .
Xelk bi coş û heyecaneke mezin beşdarbûn û rastî eleqeyeke zêde hat.
Hîlêl ji aliyê sê dayîkên Şengalê Dayê Kinê, Dayê Xensê û Dayê Xoxê ve hate rakirin û bi taybet jinên Êzidî bi vê gava nû ya ji aliyê TAJÊ ve hate avêtin kêfxweş bû.
Piştî rakirina Hîlêla û Periyê cejna cimaya, bi tililiyên dayîkan û beytên olî bidawî bû.
Xatûna Fexra weke xwedawendeke Êzidiyan tê qebûlkirin û jinên Êzidî xwe weke şopdarên wê dibînin.
Jinên Êzidî ji bo daxwazên wan pêk werin û bigihijin mirada xwe, serdana vir dikin.