Li Şedadê miqdarek dermanên demborî hatin girtin

Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya komîteya Temwînê ya Şaredariya Şedadê miqdarek ji dermanên demborî girt.

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya meclisa navçeya Şedadê Salih Hemûd El-Elî diyar kir ku di gera wan a li ser dermanxaneyan de miqdarek ji dermanên demborî hatin girtin.

El-Elî dest nîşan kir ku ew derman derziyên dîkolon, şirûbên zarokan û dermanên serêşê bûn û li 7 dermanxaneyên navçeyê girtine.

Salih Hemûd El-Elî teqez kir ku hemû dermanên demborî, hatin desteserkirin û wê cezayan li kesên berpirsyar ferz bikin da ku bûyerên bi vî awayî dubare nebe.

Komîteya Tenduristiyê jî got,

Em ê hemû dermanên demborî bişewitîne.

Leave a Reply

Back to top button