Ebû Erac: Şerê li Idlibê, encama civînên Astanayê ye

Cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac diyar kir ku bûyerên li Idlibê rû didin, encamên lihevkirinên Astana ya bi hevkariya Tirkiyê ye.
Ebû Erac teqez kir ku Tirkiye plan dike herêmê ji şêniyên wê vala bike û çeteyan ji bo şer bişîne Lîbyayê.

Cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan ango Ebû Erac derbarê şerê li Idlibê rû dide ji ajansa Hewarê re axivî.

Ebû Erac balkişand ser bêdengiya dewleta Tirk li hemberî êrîşên li ser Idilbê û diyar kir ku bêdengiya Tirkiyê isbat dike ku ew hevkarê êrîşê ye.

Ebû Erac destnîşan kir ku şerê li Idlibê encama civînên Astanayê ye û anî ziman ku di wan civînan li ser radestkirina herêmên bêçek ji rêjîmê re hatiye mohrkirin.

Cîgirê fermandarê giştî yê artêşa şoreşgeran daxuyakirina ku li gorî lihevkirinên Astanayê rê ji rêjîm û Rûsyayê re tê vekirin ku rêyên navdewletî M4 û M5 kontrol bikin.

Ebû Erac: Armanca Tirkiyê, Idlibê vala bike û çekdaran bişîne

Ebû Erac anî ziman ku hin komên li Idilbê xwe li ber êrîşan nagirin û tevî hêz, çek, nuqte û cebilcaneyên xwe vedikişin.

Erac teqez kir ku tirkiyê dixwaze Idilbê ji şêniyên wê val bike û çekdaran bişîne Lîbayayê û wiha got:

Çawa çeteyan ji eniyên Idlibê kişandin û birin Serê Kanî û Girê Spî, îro jî difikire şêniyên herêmê û komên çekdar veguhezîne, Lîbyayê.

Ebû Erac: Divê gelê Sûriyê dûrî ajendan bikevin

Cîgirê fermandarê giştî yê artêşa şoreşgeran Ehmed El-Sultan bang li şoreşgeran, azadîxwaz û kesên xwedî şeref kir ku li ser xaka xwe bin û durî hêzên derve bikevin.

Her wiha bang li cîhanê kir ku helwestek hevpar diyar bikin û agirbestekê li tevahiya Sûriyê pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button