Artêşa Lîbya, embara cebilxaneyê ya çekdarên Zawiyê teqand

Artêşa Lîbya bi serkêşiya Xelîfe Hefter depoya cebilxaneya çekdarên hikumeta Wîfaq a li bajarê Zawiyê teqand.

Navenda ragihandinê ya operasyonên Keramê ya artêşa Lîbyayê ragihand ku artêşê, navenda “koma çekdarên Mihemed Keşlaf” a li Ebû Gilaşa li bajarê Zawiyê kir hedef.

Di encamê de, depoya cebilxaneyê hat teqandin.

Ev yek, piştî daxuyaniya berdevkê artêşê Ehmed Mismarî bi çend saetan hat ku soza suprîzan ji bo giştî gelê Lîbyayê da.

Di daxuyaniyê de, Mismarî teqez kir ku di demeke nêz de, dê hêzên bijarte derbasî taxên sereke yên Terablusê bibin.

Parlamana Lîbyayê:
Hikumeta Wîfaqê bi terorîstan re ye, divê naskirina navdewletî jê were kişandin

Parlamana Lîbyayê ya bi ser artêşê ve jî, hikumeta Wîfaqê bi “hevalbendiya bi terorîstan re” tawanbar kir.

Di civîna duh li gel hempîşeyê xwe yê Qibrisî de, serokê parlamana Lîbyayê Uqeyla Salih banga kişandina naskirina navdewletî ji hikumeta Wîfaqê kir.

Salih piştrast kir ku ji kirinên hikumeta Wîfaqê, êdî dema dawî anîna li naskirina fermî ya deshilata wî hatiye.

Leave a Reply

Back to top button