Fransa û hevalbendên wê ji Malî derdikevin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, ew ê leşkerên xwe ji Malî vekişînin. Li aliyê din hat diyarkirin ku hebûna leşkerî ya Fransayê li welatên cîran ên Afrîkaya Rojavayê wê dewam bike.

Fransa û hevalbendên wê yên Ewropî biryar dan ku hêzên xwe yên di çarçoveya Hêza Erka Takuba de ji Malî vekişînin.

Koşka Elysee destpêkirina hevdîtinên li ser vekişînê ragihand.

Li gorî nûçeya AP’ê, Macron diyar kir ku Fransa wê piştî derbeya li Maliyê leşkerên xwe vekişîne û got,
“Em nikarin ji aliyê leşkerî ve li kêleka rêveberiya Veguhêz a Malî ya ku stratejî û armancên wê parve nakin bimênin.”

Li herêma Sahelê 4 hezar û 300 leşker û li Malî jî 2 hezar û 400 leşkerên Fransayê hebûn.

Artêşa Fransa ji sala 2013’an ve li Malî li dijî komên tundraw yên Îslamî şer dike.

Macron got, Wê piştevaniya ji bo sivîlên li Malî dê dewam bike.

Serokomarê Fransa Rûsya bi darbeya leşkerî ya bi alîkariya koma Wagner ya li Malî tewambar kir.

Back to top button