Hiqûqnas: Dorpêç li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye

Hiqûqnasan diyar kir ku dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser kantona Efrîn, Şehba û taxên Helebê, li dijî pîvan û qanûnên navneteweyî ye û got:
“Ev siyaseta şamê li dijî Sûriyan e.
Ne ji mafê tu kesî ye ku hêmanên bingehîn ên jiyanê li mirovan qedexe bike.
Hemû cureyên dorpêçê mafên mirovan binpê dikin”

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, gelê Sûriyeyê di nava zehmetiyan de ye.

Lê belê li kantona Efrîn, Şehba û her wiha taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ku ji aliyê hikumeta Şamê ve dorpêçkirî ne, rewş xirabtir e.

Li aliyekî din dewleta Tirk jî ji bejahî û hewayî wan herêman bombebaran dike.

Hiqûqnasê sûriyeyî, Mûsa El Îbrahîm dorpêça li ser van herêman nirxand û got:

“Dorpêç li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye.

Ne ji mafê tu kesî ye ku hêmanên bingehîn ên jiyanê li mirovan qedexe bike.

Hemû cureyên dorpêçê mafên mirovan binpê dikin.”

Xalid Ebdullah: Ev siyaseta hikûmeta Şamê li dijî Sûriyan e

Parêzer Xalid Ebdullah jî anî ziman ku dorpêça hikumeta Şamê berdewamiya dorpêça li ser gelê Sûriyê ye û beşeke siyaseta navneteweyî ya li dijî sûriyan e û got:

“Zêdetirî 11 salan di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn.

Gelê Sûriyê ji ber dorpêça ji gelek aliyan ve zehmetiyên mezin dikişînin.”

Xalid Ebdullah: Dorpêç dibe sedema zêdebûna rêjeya bêkariyê

Ebdullah îşaret bi encamên dorpêçê yên li ser jiyana niştecihên li herêmên dorpêçkirî kir û got:

“Dorpêç rê li pêşiya kirîn û firotinê, her wiha li pêşiya bazirganiyê bi herêmên din re digire.

Ji ber wê pêdiviyên sûka xwecih peyda nabin.

Ev yek jî zêdebûna rêjeya bêkariyê bi xwe re tîne.

Ji ber vê yekê jî ev dibe sedem ku ciwan ber bi welatên din ve koçber dibin.”

Xalid Ebdullah di dawiya axavtina xwe de bang li hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku peywendiyê bi rêxistinên navneteweyî û hiqûqî yên mirovî re bikin da ku çareserî were dîtin.

Şêniyên Kobanê: Polîtîkaya dorpêçê ya hikûmeta Şamê nayê qebûlkirin

Back to top button