Ciwanên Şengalê: Emê heta dawî Êzîdxanê biparêzin

Ciwanên Êzîdî li Şengalê ji bo salvegera Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an meşiyan.

Meş bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidxanê pêk hat.

Meşa ji rêya Lofên a gundê Kolika destpê kir û heta Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan dewam kir.

Piştî meş gihişt goristanê li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin û daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê Sara Botan ve hate dayîn.

Ciwanan diyar kirin ku ew ê heta dawî xwe di ber parastina civakê de berpirsyar bibînin û got:

”Di dema Fermanê de plana tunekirina civaka me hatibû danîn, lê dijminê hov nikaribû me tine bike.

Çawa bi saya berxwedaniya civaka Êzdî heta niha ev çiya serê xwe tewandiye, wê ji îro û şûn ve jî netewîne.

Ji ber ku kesên canê xwe fedayî ol û baweriya xwe bikin hene.”

Daxuyanî bi berzkirina sloganan bi dawî bû.

Back to top button