Dewleta Tirk li şûna mûşekên hawk, yên hîsar bi cih dike

Dewleta Tirk a dagirker rojane çek û mûşekan dişîne Idlibê. Beriya niha hatibû ragihandin ku dewleta Tirk pergala parastina heweyî ya Mûşekan a bi navê HAWK li Idlibê bi cih kiriye. 

Dîmenê vê pergalê jî li ser Google Maps hatibû parvekirin.

Lê heta niha Artêşa Tirk a dagirker ev îdia red nekiriyê.

Her wiha malpera INDEPENDENT bi beşê xwe yê Tirkî ragihand ku dewleta Tirk bi hinceta ku baweriya wan bi mûşekên HAWK’ê nayê, li şûna wan vê carê jî mûşekên xwe yên bi navê Hîsar şandiye Idlibê.

Hêjaya bîrxistinê ye, mûşekên HAWK yên NATOyê ne û ev demek dirêj e ku dewleta Tirk van mûşakan bi kar tîne.

Back to top button