Amedekariyên Newroza îsal yên li Bakurê Kurdistanê ku wê dirûşma “Dem Dema Serketinê ye” bê navber dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Şirnexê agirê Newrozê hat pêxistin û herwiha li gelek bajaran jî bernameyên pîrozbahiyan hatin eşkerekirin. Hevserokên HDP’ê yên Amedê jî, diyar kirin ku, dê bi coşa Newrozê “çileya reş veguhere biharê.”
Amadekariyên Newrozê yên li Bakurê Kurdistanê bênavber dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de jî bernameyên pîrozbahiyan hêdî hêdî têne eşkere kirin.
Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê li ser banê HDP’ê agirê Newrozê pêxist û starta pîrozbahiya Newrozê da
Têkildarî bernameya Newroz îsal a li Şirnexê, ji hêla Hevserokê HDP’a Şirnexê Sabahattîn Denîz daxuyaniyek hate dayîn.
Parlamenter û rêveberên HDP’ê yên Şirnexê jî tev li daxuyaniyê bûn.
Sebahedîn Denîz, anî ziman ku Newroz berxwedan, hêvî, wêrekî, qîrîn, hevgirtin û yekitî ye û got:
“Em, agirê Newrozê bi awayekî herî xurt pêdixin, ji ber ku ev agir wê mizgîniya ronahiya salên pêş bîne
Denîz banga tevlibûna Newrozê ku dê 19’ê Adarê bê pîrozkirin, li xelkê Botanê kir.
Piştî daxuyaniyê agirê Newrozê hat vêxistin û beşdaran li dora agir govend gerandin.
Li gelek bajaran bernameyên pirozbahiya Newrozê hatin eşkerekirin
Di heman çarçoveyê de li bajarên Riha, Dîlok, Mereş, Meletî û Semsûrê jî ji aliyê komiteyên amadekar ve bernameyên pîrozbahiya Newrozê hatin eşkere kirin.
Li gorî vê yekê; dê Newroza her pênc bajaran di 20’ê adarê de bê pîrozkirin.
Hevserok û parlamenterên HDP’ê jî di nav de wê gelek siyasetmedar tev li pirozbahiyan bibin.
Herwiha Hunermendên ku hatine diyar kirin jî wê derkevin ser dikê û stranên xwe pêş keş bikin.
“Wê agirê Newroza amedê ji her derê Kurdistanê bê xuyakirin”
Wekî her sal îsal jî her kes li benda Newroza Fînal a peytaxta Kurdistanê Amedê ye.
Newroza îsal dê di 21’ê Adarê de bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan têkildarî amadekariyên ji bo Newrozê axivîn û gotin, dê bi coşa Newrozê “çileya reş veguhere biharê.”
Hevserok Zeyyat Ceylan jî destnîşan kir ku ji bo agirê Newroza Amedê ji tevahiya herêmê bê dîtin bênavber dixebitin û got:
“Dê agirê Newroza Amedê ji her derê Kurdistanê bê xuyakirin.”