Komeleya Mefê Mirovan a Enqerê rapora binpikirinên li girtîgêhan eşkere kir

Komîsyona Girtîgehan ya ÎHD’ê a Şax Enqereyê rapora salane ya “Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn” eşkere kir: Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2022’an de 2 jê zarok herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê a Şaxa Enqereyê rapora binpêkirinên mafan a sala 2022’an eşkere kir.

Rapor bi sernavê “Girtîgehên Herêmên Anatoliya Navîn” bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re hat eşkere kirin.

Rêveberên ÎHD’ê tevlî civînê bûn.

Rêveberên ÎHD’ê diyar kirin ku wan rapor bi berhevkirina daneyên serlêdanan, serdanan, nameyan û hevdîtinên malbat û parêzeran amade kirine.

Di 2022 de li girtigêhên anatoliya navîn 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî raporê di sala 2022’an de li girtîgehên herêma navborî

  • Herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
  • 36 Girtiyan ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane.
  • 6 Girtî beriya bimirin hatine berdan û piştî demek kin li derve jiyana xwe ji dest dan.
  • Herî kêm mafê tenduristiya 150 girtiyan hatiye binpêkirin
  • Girtiyên nexweş nayên dermankirin.
  • 73 Girtî bi êşkenceyê re rûbirû mane

Hejmara girtiyên bi van binpêkirinan re rûbirû mane zêdetir e.

Di raporê de hat diyarkirin ku yek ji xalên ku binpêkirinên mafan qewimî ye jî, sirgûnkirina girtiyan e

Rêveberiyên girtîgehan carna ji bo sirgûnê agahî didin girtiyan û caran jî qet agahî nadin wan û bêhêcet girtiyan sewqî girtîgehên cuda tên kirin.

Di raporê de hat gotin dema girtî tên sirgûnkirin bi lêgerîna tazî re rûbirû dimînin.

Back to top button