Çalakiya HDP’ê ya li dijî tecrîdê 31 roj li pêy xwe hişt

Çalakiya parlamenterên HDP’ê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Apo 31 roj li pêy xwe hişt. Parlementeran bang li gelên Tirkiyê kir li dijî tecrîdê rabin û xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Her wiha welatiyên wanê jî bertek nîşanî tecrîda li dijî Rêber Ocalan dan û banga têkoşîna hevpar kirin.

Çalakiya parlamenterên HDP’ê a li dijî Tecrîdê li peşiya meclîsê ya li Enqereyê 31 roj li pêy xwe hişt.

Îro jî Parlamenteran li Meclisê daxuyaniyek dan û banga xwe ya bidawîkirina tecrîdê dubare kirin.

Muazzez Orhan: Bi polîtîkaya tecrîdê hewl didin civakê ji hêzê bixin

Muazzez Orhan bi bîr xist nêzî 2 sal in li ser R. Ocalan tecrîdeke giran heye û got: “Bi polîtîkaya tecrîdê re hewl didin civakê bê hêz bikin.

Armanca esasî ya vê tecrîdê jî domandina îktîdarê ye.

Muazzez Orhan: Divê gelên Tirkiyê li dijî tecrîdê rabin

Parlamenter Muazzez diyar kir berdêla polîtîkaya şer û tecrîdê gelên Tirkiyê didin û wiha domand:

Di bingeha hemû pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî yên Tirkiyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye.

Israra di tecrîd û şer de çareseriyê nîn e.

Dawiyê Parlementera HDP’ê Muazzez Orhan bang li gelên Tirkiyê kir li dijî tecrîdê rabin û xwedî li pêşeroja xwe derkevin.

Welatiyên Wanê li dijî tecrîda rêberê xwe banga têkoşîna yekgirtî kirin

Li aliyê din, fikarên gelê Kurd yê têkildarî rewşa li Îmraiyê û rewşa Rêber Apo jî her diçe zêde dibe.

Derbarê vê yekê de welatiyên bajarê Wanê bertek nîşanî tecrîda li dijî Rêber Apo dan.

Welatiyan diyar kirin ku di polîtîkaya tecrîdê de, ne tenê rola Tirkiyê, rola NATO û hemû dewletên rojavayê heye.

Dewlet, ji ber fikirên birêz Ocalan tecrîdê pêk tîne. Gelê me divê bibe yek.

Back to top button