HPG: Li Xakurkê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şerekî mezin birêve dibe.
Gerîlayan vê carî li herema Xakurkê derbeyek mezin li Artêşa Tirk xist.

Tîmên gerok ên YJA-Starê vê carî li herêma Xakurkê bi çekên giran li leşkerên artêşa Tirk xistin.

Navenda Ragihandina HPG’ê li ser şerê heremê ev agahî parve kirin.

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

1’ê Sibatê saet 14’an li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên gerok ên YJA-Starê bi çekên giran li dagirkeran xistine.

HPG’ê li ser êrîşên Artêşa Tirk jî ev agahî dan.

Di navbera 29’ê Çileyê û 1’ê Sibatê de Qadên Berxwedanê bi dehan carî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Back to top button