“Em ê li dijî hişmendiyên tarî heta dawiyê têbikoşin”

Damezrînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî bi rêveberê wexfê re da zewicandin. Ev yek weke bombeyekê ket rojeva Tirkiyê. Komîsyona Jinan a Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî li ser mijarê berdek nîşan da û got: Em ê li dijî vê tarîtiyê re têbikoşin.

Komîsyona Jinan a Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel Îş) ya Îzmîrê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya li ber Şaredariya Bajarê Mezin hade dayîn de wiha hate gotin: Bûyerên weke vê ji ber polîtîkayên bêcezatiyê dewam dikin.

Em ne ji îstîsmarê û ne jî ji tecawizê re bêdeng nemînin.”

Baroya Stenbolê jî daxwaz kir ku tevlî doza li dijî malbata Gumuşel hatiye vekirin bibin û têbikoşin.

Damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîl axa Yûsûf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî di bin navê “mehra melayî” de bi rêveberê xwe Kadîr Îsteklî re zewicand.

Piştî ku ev yek derket holê li nava Tirkiyê ji rêxistinên jin û mixalefetê bertekên tund derketin.

Back to top button